23 kesên ku li Çemê Batmanê asê mabûn hatin rizgarkirin

Li Çemê Batmanê ji ber valakirina ava barajê, asta avê bilind bû û di encamê de 23 kesên ku li ser giravokan asê mabûn, bi xebata tîman ber bi herêma ewle ve hatin tahliyekerin.

Li Çemê Batmanê ji ber valakirina ava barajê asta avê bilind bû û di encamê de 23 kesên ku li ser giravokên di nav rûbara çem de bûn, asê man.

Li ser agahdarkirina bûyerê, tîmên Rizgarkirin û Lêgerînê ya Binê Avê û Serê Avê ya Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Batmanê sewqî herêmê hatin kirin.

Tîman di çarçoveya xebatên ku bi botan meşandin de, destpêkê 20 kesên ku li ser giravokekê asê mabûn, paşê jî 3 kesên li ser giravokeke din gihandin herêma ewle.

Piştî temambûna xebatên rizgarkirinê, welatî ji herêmê hatin veguhastin (tahliyekerin).

Rayedaran diyar kir ku bi taybetî di mehên havînê de divê welatiyên ku li derdora Çemê Batmanê ne li hemberî bilindbûna ji nişka ve ya avê baldar bin û hişyariyên ku tên kirin li ber çavan bigirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne