23 welatiyên Tirkiyeyê li axa pîroz wefat kirin

Ji 9ê Gulanê û vir ve ku koma ewil a hecê ya ji Tirkiyeyê bi rê ket, 23 welatiyên Tirkiyeyê li Wîladeta Pîroz rehmet kirine.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin 30 welatiyên Tirkiyeyê yên ji bo bicihanîna wecîbeya Hecê çûn axên Pîroz canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku piraniya mirîyan ji ber krîza dil, nexweşiyên dil û damar, enfeksiyon û nexweşiyên girêdayî kalbûnê pêk hatine.

Di çarçoveya xizmeta tenduristiyê ya Serokatiya Karên Diyanetê ya li axên pîroz da îsal zêdeyî 56 hezar muayene hatin kirin.

Nexweşxaneya Diyanet Mekke ku zêdetirî 500 personelên tenduristiyê lê nobetê digirin, di 20 şaxên xwe de polîklînîk, servîsa lezgîn, navenda wênegiriyê, navenda diranan û polîklînîka zarokan heye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir