30 karker ji kîmyasalê bi jehrê ketin

Li Tekîrdaxê 30 karkerên ku di febrîqa camê wesaîtan de dixebitîn ji ber bikaranîna meddeya kîmyasal bi jehrê ketin.

Li Saraya navçeya Tekîrdaxê ji ber bikaranîna maddeya kîmyasalê hin karkerên febrîqê xwe nebaş hîs kirin û bi jehrê ketin.

Li gor îddîayê karkeran rewş ji amîrê xwe yê wardîyê re got, lê belê amîrê wardîyê texmîn kir ku karker bi awakî psîlolojîk di bin bandorêde maye. Piştî vê yekê karker vegerîyan û karên xwe dewam kirin.

Piştî demeke kurt derbas bû hin karkeran xwe winda kirin û ji xwe çûn. Piştî agahî hat dayîn gelek ekîbên tendirustîyê û ambolans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Karkerên ku midaxeleya ewil hatin kirin hatin rakirin Nexweşxaneyên Saray, Çerkezkoy û Nexweşxaneya Dewletê ya Çorlû. Hat hînkirin ku rewşa du karkeran grane.

Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin dewam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin