Ji teref Wezareta Karên Hundir ve derbarê operasyonên ku di navbera dîrokên 22-29ê Çileyê hatine kirin de daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat belavkirin de hat destnîşankirin di encama 819 operasyonên ku hatin lidarxistin de 450 kes ji PKKê, 34 kes çepgir, 59 kes ji DAIŞê, 623 kes jî ji FETO hatin binçavkirin.
Her wiha di daxuyanîya ku hat belavkirin de cî hat dayîn binçavîyên ku derbarê operasyona Efrînê de propagandaya PKKê kirine jî. Li gor daxuyanîyê di nav heftîyeke dawî de 311 kesên ku derbarê operasyona Efrînê de propagandaya PKKê kirine hatin binçavkirin.(ÎLKHA)