5 zarokên ku li Rihayê canê xwe ji dest dan hatin definkirin

Doh di encama qezaya ku li Rihayê pêk hatibû de 5 zarokan canê xwe ji dest dabûn ku ev zarok îro hatin definkirin.

Doh derdora seat 21.30î de li navçeya Eyyubîyeya Rihayê 3 wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 5 zarokên bi navê Gulbahar, Serhat, Rukiye, Muhammed û Leyla canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Zarokên ku canê xwe ji dest dan îro li gundê Çixirikê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve hatin definkirin.

Walîyê Rihayê Hasan Şildak beşdarî şîna zarokan bû û ji bo malbatên zarokan sersaxîyên xwe anî zimên.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno