70 hezar misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin

Tevî tedbîrên tund, xalên kontrolê û qedexeyên ketinê yên ku rejîma sîyonîst li Qudsê ferz kirine, nêzîkî 70 hezar Misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin.

Tevî hemû qedexe û astengiyên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine danîn jî, nêzîkî 70 hezar misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin.

Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Weqfê ya Îslamî, ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran Filistînî ber bi Mizgefta Eqsayê ve herikîn. Her çend li Bajarê Kevin ê Qudsê û li derdora Heremê Şerîf gelek mirov kom bûn jî, hêzên îşxalker hejmareke mezin ji leşker û polêsên xwe şandin herêmê.

Hêzên rejîma sîyonîst li deriyên Qudsê û deriyên Bajarê Kevin kontrolên nasnameyê tundtir kirine. Ji Filistîniyan, bi taybetî yên ji Şerîaya Rojava, ketina Qudsê nayê qebûlkirin, gelek ji wan têne vegerandin an jî li xalên kontrolê demek dirêj li benda wan dimînin.

Çavkaniyên Filistînî diyar kirin ku hêzên îşxalker beriya roja Înê hebûna xwe ya leşkerî li Quds û li dora Mizgefta Eqsayê zêde kirine, lê dîsa jî bi hezaran kes bi rêyên alternatîf gihîştine cihê pîroz. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Konvoyê Filistînî Diyarbekîr de tûrê şaristanî eşt
Di şeva evê de rawestgeha karwana Filîstînê bû Amed
Rehber TV hişyarî dide temaşevanan ku qenalên xwe bişopînin
Divê îddîayên di operasyona Haymanayê de bi lêpirsînek serbixwe werin zelalkirin
Mesrûr Barzanî: Em naxwazin bibin aliyekî ti şer û pevçûnekê