8 nexweşxane hatin hedefgirtin

Rejîma teror û wehşetê zilm û zordarîya xwe bênavber didomîne. Herî dawî hat hînbûn rejîma terorê di 3 rojên dawî de 8 nexweşxaneyan rasterast hedef girt

Zilm û zordarîya siyonistan ên li xazzeyê berdewam dike.

Şebekeya teror û îşxalê di êrîşên xwe de çawa ku malan û sîwîlan hedef digire bi heman awayî wan nexweşxaneyên ku lê birîndar hene jî hedef digire.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin rejîma terorê di 3 rojên dawî de 8 nexweşxaneyan rasterast hedef girt.

Derbarê mijarê de ji teref Serokê Ofîsa Medyayê yê Hikûmeta Xezzeyê Selame Marûf ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Marûf di daxuyanîya xwe de got ku rejîma terorê di 3 rojên dawî de 8 nexweşxaneyan rasterast hedef girt.

Marûf di berdewama daxuyanîya xwe de got ku ji 7ê cotmehê vir ve tevde 18 nexweşxane bûne hedefa êrîşên siyonistan û ev nexweşxane nikarin xizmetê bidin.

Marûf her wisa got ku ev tişta ku tê kirin sûcê şer e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin