Doh li ser Rêbeja Mereş-Kayserîyê li mewqîya Beşolukê mînîbûsa bi plaqeya 46 P 9627 a ku ajokarê wê Cemal Avci bû ji paşve li qamyona bi plaqeya 06 FZ 6350 qelibîbû, di encama qezaya ku pêk hatibû de ji heman malbatê 6 jê zarok tev de 9 kesên bi navê jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûbûn.
Malbata avci ya ku di qezayê de 9 ferdên wê jiyana xwe ji dest dan bi karê berhevkirina xurde û kaxizê hewil didan debara xwe bikin. Mînîbûsa ku malbat tê de bû doh dema ku ji Enqerê diçû Entabê li ser rêya Mereşê ji paş ve li qamyonê qelibî bû û di qezayê de kesên bi navê Zeynep Avci û zarokên wê yên bi navê Esra, Îsa, Cengîz, Cuma û Yusuf, bûka malê Songul û newîyên malbatê yên bi navê Cesûr û Celîl jiyana xwe ji dest dabûn û kesên bi navê Cemal, Îbrahîm, Suleyman û Berîvan jî birîndar bûbûn.
Cenazeyên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta Birayan hat edakirin re li Goristana Yeşîlkentê li ba hev hatin definkirin.
Emrah Avciyê ku berî vê 10 rojan çûbû leşkerîyê di qezayê de dê, bira, xanim û zarokên xwe ji dest dan derbarê mijarê de diyar kir “ Ji min re telefon kirin, gotin bavê te qeza kiriye û 8 kes mirine. Min xwe winda kir. Ji min re negotin ku pîreka te, zarokên te, birayên te û diya te rehmet kiriye. Dema ku ez hatim vê derê hîn bûm.”
ÎLKHA