Nûnertiya Partiya DEMê piştî hevdîtina sêyemîn a bi Abdullah Ocalan re, li oteleke Taksîma Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Daxuyaniyên girîng ên nameya Abdullah Ocalan ku hat xwendin weha ne:
“Di vê hewaya ku ji ber banga birêz Devlet Bahçelî, îradeya birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ên li hember banga naskirî pêk hatiye, ez banga danîna çekan dikim û berpirsyariya dîrokî ya vê bangê radigirim.
Çawa ku her civak û partiyeke nûjen ku bi darê zorê nehatibe qedandin, bi îradeya xwe jî kongreya xwe bicivîne û ji bo entegrasyona bi dewlet û civakê re biryaran bide; Divê hemû koman çekên xwe deynin û PKK jî xwe fesih bike. " (ÎLKHA)