Agirê ku li qata jorîn a avahiyek 8 qatî ya li herêma Emekli TOKÎ ya taxa Kardelen a Êlihê derketibû, piştî hewldanek dirêj a ekîbên îtfaîyeyê hate kontrolkirin.
Piştî şewatê li herêmê hewldanên sarkirinê berdewam dikin.
Agirê ku ji ber sedemek nediyar dest pê kir, zû belav bû, û gelek ekîbên îtfaîyeyê, ambûlans û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hinek ekîban agir vemirandin, hinên din jî welatiyên ku di hundirê avahiyê de asê mabûn, ji wir derxistin.
Hat ragihandin ku ji ber dûmana şewatê zêdetirî 20 kes birîndar bûne.
Ekîbên tenduristî yên li cihê bûyerê bi cih bûne, alîkariya yekem dane welatiyên ku ji dûmanê tesîrdar bûne û wan birine nexweşxaneyan.
Ekîbên polêsan li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtine, û lêkolîn li ser sedema şewatê dest pê kiriye.
Hat ragihandin ku piştî temambûna operasyonên sarkirinê, lêkolînên nirxandina zirarê dê dest pê bikin. (ÎLKHA)