Di daxuyaniyekê de ku ji teref rêxistina mafên mirovan a bi navê "Adalah" a rejîma sîyonîst ve hatiye belavkirin, hatiye ragihandin ku darizandina aktîvîstan li Zindana Givon a li bajarê Ramleyê ku ew di nav de têne girtin, pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rejîma sîyonîst bi aktîvîstan re wekî ku bi awayekî neqanûnî ketine welat reftar kiriye û ew di avên navneteweyî de hatine girtin. Hat destnîşankirin ku aktîvîstan dê heta dersînorkirina wan werin girtin û îro danişîna 12 ji wan hat lidarxistin û çalakvan di greva birçîbûnê de ne.
Hat ragihandin ku tê texmînkirin ku çalakger Antonio Mazzeo (Îtalya), Gabriel Cathala (Fransa), Jacob Berger (Emrîka), Waad Al Musa (Emrîka-Iraq) û Mohamed El Bakkali (Mexrîb) bên dersînorkirin.
Keştiya Hanzalayê di 13ê Tîrmehê de ji Bendera Syracusa ya Îtalyayê derket, lê ji bo pêkanîna hinek pêdiviyên teknîkî, ji 15ê Tîrmehê heta 20ê Tîrmehê amadekariyên dawî li Bendera Gallipoli temam kir.
Hate diyarkirin ku di keştiya ku di 20ê Tîrmehê de ji bo anîna alîkariyê bo Xezzeyê derket rê de, ji 10 welatên cuda 21 aktîvîst hebûn.
Koalîsyona Flotîla Azadiyê ragihand ku di saetên dawîn ên 26ê Tîrmehê de li avên navneteweyî mudaxele li keştiyê hatiye kirin û leşkerên dagirker kamerayên ewlehiyê jî rakirine. (ÎLKHA)