Alîkarê Serokê Şaredarîya Bolûyê û wekîlê midûrê îtfaîyeyê hatin girtin

Di çarçoveya tehqîqata ku derheqê şewata di 21ê Çileyê de li Otêla Grand Kartala Bolûyê derketibû de hatibû destpêkirin de hejmarê girtîyan derket 19 kesan.

Derheqê felaketa şewata li Kartalkayaya Bolûyê de hatibû destpêkirin berdewam dike.

Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Bolûyê ve tê meşandin de bi tevî Alîkarê Serokê Şaredarîya Bolûyê Sedat Gulener, Wekîlê Midûrê Îtfaîyeyê Kenan Coşkun û Mîmarê teqawîdbûyî Alî B. (72) 5 şikdar, piştî karên wan ên li Fermandarîya Cendermeya Bajêr ve ji edlîyeyê re hatin sewqkirin.

Mîmarê otêlê Alî B. piştî îfadeya xwe ya li dozgerîyê hat serbestberdan.

Alîkarê Serokê Şaredarîya Bolûyê Sedat Gulener, Wekîlê Midûrê Îtfaîyeyê Kenan Coşkun, personelê îtfaîyeyê Î.A. û Midûrê Otêla Gazelleyê Ahmet Demîr jî hatin girtin.

Xwedîyê Otêla Grand Kartalê Halît Ergul jî berê hatibû binçavkirin, midûrê giştî yê şîrketê Emîr Aras û midûrê otêlê Zekî Yilmaz jî di nav de 15 kes hatibûn girtin.

Bi tevê vana di çarçoveya tehqîqatê de hejmarê girtîyan derket 19 kesan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin