Alimên ÎTTÎHADê dikandaran dawetî bernameya Mewlûda Nebî kirin

Endamên ÎTTÎHADUL ULEMAyê, dikandarên Dîyarbekirê dawetî bernameya Mewlûda Nebî ya ku wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve vê dawîya hefteyê bê tertîpkirin kirin, ji welatîyan re gul û loqiman belav kirin.

Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), ji bona ku ji bernameya Mewlûda Nebî ya ku wê di 20ê Nîsanê de li Dîyarbekirê di seat 13.30yan de li Qada Newrozê bê tertîpkirin re destekê bidin îro dikandarên Dîyarbekirê zîyaret kirin û wan dawetî bernameyê kirin.

Endamê Sazîya Bireveberîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Remzî Uçar û Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Nazim Şîmşek bi tevî lijneya bi xwe re berîya nimêja Înê li navçeya Sûr a Dîyarbekirê dikandaran zîyaret kirin.

Alimên ku di dema zîyaretê de bi welatîyan û dikandaran re hevdîtinê kirin, ji wan re gul û loqiman belav kirin û wan dawetî bernameyê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno