Alpaslan Kuytul hat binçavkirin

Di serdegirtina ku li Weqfa Furkanê hat kirin de Serokê Weqfa Furkanê Alpaslan Kuytul jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin polês li Edenê di wextên şeveqê de di ser navenda giştî ya weqfê û di ser malên birêveberên weqfê de girtin. DI encama serdegirtinên ku hatin kirin de Alpaslan Kuytul jî di nav de tev de 20 kes hatin binçavkirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin polêsan di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komara Edenê ve hat destpêkirin de di ser navenda giştî ya weqfê û di ser malên birêveberên weqfê de girtin. DI encama serdegirtinên ku hatin kirin de Alpaslan Kuytul jî di nav de tev de 20 kes hatin binçavkirin.

Semra Kuytula xanima Alparslan Kuytul derbarê binçavîyê de ji ser hisaba xwe ya twîtterê wisa got: “ Îro derdora seat 05.30an de operasyonek li mala me hat kirin û Alparslan Kuytul Xoce hat binçavkirin. Tu eleqeya wî bi tu rêxistina terorê û şexsan re tuneye. Em hêvî dikin ku demildest ji vê xetayê bê vegerîn.”

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e