Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar

Li Xarpetê ambûlans û wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Dîyarbekir-Xarpetê pêk hat. Li gorî îddîayan wesayîta ku di bin îdareya D.M. de bû, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û derbasê rêya dinê bû. Di heman demê de li ambûlansa ku di alîyê dinê de dihat qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê, 2 polêsên di nav ambûlansê de, 2 endamên tendursitîyê û nexweşa di nav ambûlansê de bû birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku ekîbên îtfaîyeyê mirovên ku di nav wesayîtê de asê mabûn ji wesayîtê derxistin. Birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
,

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno