Ambûlansa ku di nav de nexweş hebû li wesayîtê qelibî: 7 birîndar

Li Mêrsînê, ambûlansa ku di nav de nexweş hebû li wesayîtê qelibî, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn.

Qeza, li navçeya Yenîşehîrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ambûlansa ku nexweş di nav de bû, li Taxa Çîftlîkkoyê, li wesayîta ku di bin kontrola S.O. de bû qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de şofêrê ambûlansê, 3 endamên tenduristîyê, nexweş, şofêrê wesayîtê û zarokê li cem wî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansên dinê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin