Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, li ser malpera xwe ya fermî hûrguliyên xebatên enerjiyê yên ku li Amedê tên meşandin parve kir.
Di hûrguliyan de behsa xaza ku ji bîrên petrolê yên Amedê tê hilberandin, enerjiya elektrîkê ya ku jê tê girtin û keda ku ev yek dê bide aboriya welat hat kirin.
Amed mazuvantiya gelek bîrên xaza xwezayî dike. Bi xaza ku ji sê bîrên cuda tê derxistin elektrîk tê hilberandin û ev hilberîn hewcedariya elektrîkê ya 11 bîrên petrolê yên li herêmê dabîn dike.
Ji bîrên Katin-6, Derin Barbeş-1 û Derin Barbeş-3 yên TPAO’yê yên li Amedê, rojane bi giştî 60 hezar metrekup xaza xwezayî tê hilberandin. Xaza ji bîran bi xetên hilberînê tînin Îstasyona Katînê û piştî çend qonaxan xaz û şilemenî (sıvı) ji hev tên veqetandin. Xaza hişk a ku bi dest dikeve, dişînin 12 jeneratorên çerxa xazê û bi vî rengî vediguhere elektrîkê.
475 mîlyon lîre piştgirî Yekeya Hêzê ya Katînê ku kapasîteya wê ya sazkirî 15,4 megavat e, rojane bi navînî 9,3 megavat elektrîk hildiberîne. Ev elektrîka ku tê hilberandin, bêyî ku hewcedarî bi çavkaniyeke din hebe, hemû enerjiya 11 bîrên petrolê yên TPAO’yê û tesîsên sererd (yüzey tesisleri) dabîn dike. Ev yekeya ku di wê hêzê de ye ku dikare hewcedariya 50 hezar malan dabîn bike, salane 475 mîlyon lîre kedê dide aboriya Tirkiyeyê.
Projeyên nû di rê de ne Elektrîka ku ji bîrên xazê yên Katînê tê girtin, hewcedariya qadên hilberîna petrolê yên li herêma Amedê dabîn dike û berdewamiya operasyonel jî garantî dike. TPAO, ji bo ku çavkaniyên navxweyî bi herî zêde berhem bi kar bîne, li ser projeyên cuda dixebite da ku projeyên bi vî rengî li qadên din ên hilberînê jî belav bike.