Amerîka: Em ê wexteke din jî li Sûrîyê bimînin

Piştî daxuyanîya em ê ji Sûrîyê vekişin a Serokê Amerîka Donald Trump re ji teref Qesra Spî ve daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin. Di daxuyanîya nivîskî ya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin “Em ê wexteke din jî li Sûrîyê bimînin.”

Berî vê du rojan ji teref Serokê Amerîka Donald Trump ve hat daxuyandin ku ew ê ji Sûrîyê vekişin. Lê piştî vê daxuyanîya ku ji teref Donald Trump ve hat dayîn re vêcar jî ji teref Joseph Votelê Fermandarê Hêzên Navendî ve daxuyanîyeke berewajî hat belavkirin. Ji ber vê daxuyanîya ku hat belavkirin civîna Konseya Ewlehîya Neteweyî li Qesra Spî hat kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref rayedarên Qesra Spî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew ê Amerîka  wexteke din jî li Sûrîyê bimîne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e