Amerîka êrîşîhêzên rejîma Esed kir: Zêdetirî 100 kesan mirin

Hat ragihandin Amerîka êrîşî mîlîsên ku teredarên rejîma Esed in û xwestin qerargaha PYDê dorpêç bikin kir.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mîlîsên ku terefdarên rejîma Esed in xwestin qerargaha PYDê ya li başûrê Deyrîzorê dorpêç bikin, ji ber vê yekê Amerîka êrîşî mîlîsan kir. Di encama êrîşa ku hat kirin zêdetirî 100 kesan mirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Amerîka ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin “êrîşeke ne provekekirî ye.”

Rayedarekî Amerîkayî ya ku ji ajansan xeberan a Reutersê re xeber da û navê xwe eşkere nekir derbarê mijarê de diyar kir di êrîşên bi top û hewan de zêdetirî 100 mîlîsên terefdarên rejîmê hatine kuştin.

Bûyer ji teref rejîma Esed ve hat piştrastkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin