Amerîka Îranîyan teşwîqî çalakîyên wêranker kir

Îrana ku Amerîkayê bi mudaxelekirina karên navxwe sûcdar dike gilîyî Neteweyên Yekbûyî kir.

Temsîlkarê Daîmî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Gulam Elî Hoşro  nameyekê gilîyê şand ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî û ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres re.

Hoşro di nemaya ku şand de wisa gilîyê Amerîka kir: “ Hikûmeta Amerîka bi hinceta destekdayîna xwepêşan bi şikleke bêwate çalakîyên xwe yên mudaxelekirina karên navxweyî yê Îranê zêde kir. Serokê Amerîka û arîkarê wî bi tweetên beradayî Îranîyan teşwîqî çalakîyên wêranker kirin.”

Hoşro bi heman awayî Amerîka bi îhlalkirina prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî sûcdar kir û bang kir da ku ew daxuyanîyên Serokê Amerîka Trump ên derbarê Îranê de bên şermezarkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin