Amerîka û 14 welatên Neteweyên Yekbûyî dîplomatên Rûsî dersînor dikin

Ew ê Amerîka û 14 welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne bi hinceta bijehrêxistina casûsekî Rûsî yê li ser axên Îngilîzan dê dîplomatên Rûsî dersînor bikin.

Berî vê çendakî casûsekî Rûsî li Îngilterê hatibû bijehrêxistin û ev yek di navbera welatan de bûbû sedema rageşîyê û Îngiltere û Rûsya dîplomatên hev dersînor kiribûn ku tesîra vê bijehrkirinê îro jî xwe nîşan da. Hat ragihandin ew ê Amerîka di bin navê piştevanîya Londonê de bi hinceta bijehrkirinê dê 60 dîplomatên Rûsî dersînor bike. Her wisa hat hînbûn ji bilî Amerîka dê Ukrayna 13, Litvanya 3, Komareya Çek 3, Hollanda 3, Estonya 3, Fransa 4, Kanada 4, Almanya 4, Îtalya 2 dîplomatên Rûsî û  Polonya û Letonya jî dîplomatekî Rûsî dersînor bikin.

Amerîka bo 60 dîplomatên Rûsî heftîyek wext da da ku Amerîka terk bikin.

Piştî vê biryara Amerîka, bersiv ji Rûsya hat. Rûsya jî di beramberê vê yekê de dê 60 dîplomatên Amerîkayî dersînor bike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe