Amûrên tibbî yên ku ji bakurê Xezzeyê re dihatin şandin bûn hedefên îşxalkeran

Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku rejîma îşxalker a sîyonîst li bakurê Xezzeyê amûrên tibbî yên ku ji Nexweşxaneya Kemal Advanê re gihandine bi bomberdûmanekî de tune kirin.

Berdevkê NY Stephane Dujarric, destnîşan kir ku li bakurê Xezzeyê dorpêç berdewam dike, amûrên tibbî yên ku ji Nexweşxaneya Kemal Advanê re hatine şandin, ji teref Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê û Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya NY (OCHA) ve hatine birin.

Dujarric, ragihand ku ekîbên tenduristîyê û ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ji ber êrîşên li dijî nexweşxaneyan nikarin wezîfeyên xwe bi cîh bînin, amûrên tibbî yên ku ji Nexweşxaneya Kemal Advanê re hatine şandin jî di encama bomberdûmanekî de hatin tunekirin.

Dujarric, diyar kir ku li bakurê Xezzeyê jicîhkirina bi zorê berdewam dike, di navbera wan de pîrek, zarok û îxtîyar hene.

Stephane Dujarric, destnîşan kir ku xeyn ji operasyonên alîkarîya însanî ji operasyonên ji Xezzeyê re ji teref sîyonîstan ve îzîn nayê dayîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno