AP: Fîrmayeke ewlehiyê ya Emrîkayê li Xezzeyê gule li sîvîlên birçî reşand

Lêkolîneke berfireh a ku ji teref Ajansa Associated Press (AP) ve hatiye weşandin, eşkere kiriye ku şîrketên ewlehiyê yên Emrîkayê yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve tên piştgirîkirin.

Rêxistina Emrîkayê ya nû damezrandî bi navê Weqfa Mirovî ya Xezzeyê, ku ji aliyê rejîma Siyonîst ve tê piştgirîkirin, şîddeta sîstematîk a li dijî sîvîlên Filistînî belge kiriye. Di raporê de tê gotin ku van kesan rasterast gule li ser girseya sîvîlan reşandine, bi rêya pergalên çavdêriyê sîvîlan tomar kirine û ev agahî bi artêşa sîyonîst ve parve kirine.

Di dîmenên vîdyoyî de ku ji hêla AP ve hatine bidestxistin, tê dîtin ku cerdevanên ewlehiyê yên taybet ên Emrîkayî li herêmên belavkirina alîkariyê bi awayekî bêserûber guleyan ber bi hewa û erdê ve diavêjin, bi karanîna bombeyên deng û gaza rondikrêjê. Dengê yek ji cerdevanên ewlehiyê tê ku dibêje, "Ez difikirim ku min gule li kesekî reşandiye." Vîdyoyek dinê, zilamek belge dike ku piştî wergirtina alîkariyê ji herêmê reviyaye, lê hatiye gulebarankirin û ji dûr ve li erdê hatiye xistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin