Artêşa Pakistanê: Di êrîşên Hîndistanê de 26 sivîl mirin

Artêşa Pakistanê got ku di êrîşên asmanî yên Hindistanê de herî kêm 26 sîvîl hatine kuştin û 46 jî birîndar bûne.

Rêveberê Giştî yê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Çekdar ên Pakistanê, General Ehmed Şerîf Çodxrî, got ku êrîşan cîhên sivîlan kirin hedef û di nav de jin û zarok jî hene gelek sîvîl canê xwe ji dest dan.

Artêşa Pakistanê ragihand ku di bersiva êrîşan de pênc balafirên şer ên Hindistanê xistine xwarê.

Hindistanê got ku êrîş wekî heyfstandinê ji bo êrîşa 22ê Nîsanê li herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de bû ku tê de 26 geştiyarên Hindû hatin kuştin, û hedef binesaziyên terorîstan bûn. Lêbelê, Pakistanê got ku cîhên ku hatine hedefgirtin, cîhên ku sivîlan lê dijîn bûn û êrîş li dijî qanûna navneteweyî bûn.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres bang li aliyan kir ku xweragir bin û tekez kir ku divê rageşiya di navbera her du welatên xwedî çekên navokî de zêdetir nebe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar