Axios: Kurd biryar didin ku di şerê Îranê de bêalî bimînin

Li gorî Axios a li Emrîkayê, rêveberiya Kurd a li Herêma Kurdistanê biryar daye ku ew di dema ku Emerîka û rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li dijî Îranê didomînin de wê bêalî bimîne.

Li gorî raporek ku ji hêla malpera Axios a Amerîkî ve hatiye weşandin, rêveberiya Kurdî ya li Herêma Kurdistanê biryar daye ku di şerê li dijî Îranê de bêalî bimîne.

Di raporê de hat diyarkirin ku gumanên cîddî li ser parastina wan ji aliyê Emrîka ve di demek dirêj de bandor li biryara rêberên Kurd kirine. Hat ragihandin ku rêberên herêmî di derbarê domdariya piştgiriya Rojavayî de pirsgirêkek baweriyê hebû.

Çavkaniyek nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji Axios re axivî û diyar kir ku ezmûnên berê bûne sedema pirsgirêkên baweriyê û got, "Me pirsgirêkên baweriyê hene ku ji demên berê derdikevin, û em naxwazin tevlî vî şerî bibin. Ger rejîma Îranê piştî van hemûyan li ser desthilatdariyê bimîne, kî dê me biparêze?"

Raport her wiha diyar kir ku berpirsên Kurd bawer dikin ku rêveberîya Trump sîyasetek zelal li ser armanca dawî ya şer destnîşan nekirîye. Karbidestan nezelaliya xwe anîn ziman ka armanca Washingtonê "guhertina rejîmê" li Îranê ye an tenê "guhertinek sînorkirî di hikûmetê de" ye.

Karbidestekî payebilind ê herêmî got, "Wekî Kurdên Herêma Kurdisanê, em bêalî dimînin ji ber ku ji me re ne diyar e ku siyaseta Emrîkayê çi ye. Li gorî nirxandina me, guhertina rejîmê bêyî hêzên bejayî li ser erdê ne mimkûn e, û em bawer nakin ku Emrîka dê hêzên bejayî bişîne."

Ji aliyekî din ve, rêveberiya Tehranê jî derbarê Herêma Kurdistanê de hişyariyên tund da. Konseya Parastinê ya Îranê diyar kir ku eger destûr bê dayîn ku komên Kurdên Îranê ji herêmê tevbigerin, dibe ku binesaziya Herêma Kurdistanê bibe hedef. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pîrekek 60 salî mir 3 kes jî birîndar bûn
Karwanê Umudi ra paştdayış
Li ser rêya Mêrdîn-Diyarbekirê ji ber berfeke zêde hatinûçûn sekinî
Li Nisêbînê kamyonet û traktor li hev qelibîn: 3 birîndar
Ji aliyê Komeleya Karwana Umîdê ve ji Cizîrê ber bi Rojava ve alîkariya mirovî hat şandin