Ayetullah Seyîd Elî Xameneyî di êrîşa rejîma Siyonîst de jîyana xwe ji dest da

Bi daxuyaniyeke fermî hat ragihandin ku Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Ayatullah Seyîd Elî Xameneyî, di encama êrîşên rejîma Siyonîst ên li ser Îranê de şehîd bûye.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Rêberê Înqilaba Îslamî Ayatullah Seyîd Elî Xameneyî, di êrîşên hewayî yên rejîma Siyonîst ên roja şemiyê de şehîd bûye. Ev daxuyanî piştî ku Serokê DYA’yê Donald Trump îdîaya mirina wî belav kir, hat dayîn.

Hikûmeta Îranê li seranserê welêt 40 roj şîna giştî îlan kir û hat ragihandin ku saziyên fermî dê 7 rojan girtî bin. Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di daxuyaniya xwe de got: "Şehadeta Rêber Elî Xameneyî, dê bibe destpêka qiyamaxeke mezin li dijî zordestiya cîhanê." Pasdarên Înqilabê jî ragihandin ku ev sûîqest dê bêbersiv nemîne.

Çavkaniyên nêzî Îranê diyar dikin ku Xameneyî di dema wezîfeya xwe de, li ofîsa xwe ya li Tehranê hatiye şehîdkirin. Hat gotin ku di êrîşê de hinek endamên malbata wî û fermandarên payebilind jî jiyana xwe ji dest dane.

Serokê DYA’yê Trump di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku "Mirina Xameneyî ne tenê ji bo gelê Îranê, ji bo Amerîkayiyan jî edalet e." Trump diyar kir ku dê bombebaran "heta ku hewce bike" berdewam bike û îdîa kir ku di rêveberiya Îranê de gelek navên girîng êdî ne sax in. Trump her wiha got ku wî bi serokwezîrê rejîma dagirker Benjamin Netanyahu re hevdîtin kiriye û her du welat di mijara êrîşê de "di nav lihevkirineke tam de ne."

Ji aliyê din ve, rayedarên leşkerî yên Îranê destnîşan kirin ku pergala rêveberiya welêt wusa hatiye sêwirandin ku piştî şehadeta her rîberî jî dê bê navber bixebite. Hat ragihandin ku êrîşên DYA û rejîma Siyonîst dê herî kêm çend rojên din berdewam bikin û li herêmê tansiyon her saet zêdetir dibe.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê