Balafira biçûk li Fransayê ket: 4 kes mirin

Di qezaya balafireke sivik a li Pîreneyê de, 4 kes mirin.

Wezîrê Veguhestinê yê Fransayê Philippe Tabarot di daxuyaniyek çapemeniyê de got ku di ketina balafireke sivik li Pîreneyê de çar kes, ku mamosteyek û sê xwendekarên Dibistana Neteweyî ya Hewayî ya Sivîl a Fransayê (ENAC) jî di nav de ne, canê xwe ji dest dan.

Li gorî medyaya herêmî, balafireke yek-motorî ku pir caran ji hêla klûbên firînê ve tê bikar anîn, roja Yekşemê êvarê li bilindahiya 1200 metreyan li herêma Ariege ya başûrê rojavayê Fransayê hate dîtin. Termên çar rêwiyan jî ligel bermahiyên balafirê hatin dîtin.

Serdozgeriya giştî ji bo diyarkirina sedema qezayê lêpirsîn da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno