Di daxuyanîya ku ji teref hêzên çekdar ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku armanca operasyonê, “Ji mezlumîyeta gelê Filistînê re û ji bo destekdayîna ji micahîdên Xezzeyê re” hatîye lidarxistin.
Li gorî daxuyanîyê fuzeyek balîstîkî ya bi navê “Filistin-2” Balafirgeha Lod a li axên îşxalkirî hedef girt.
Hat destnîşankirin ku operasyon bi serfirazî hat lidarxistin, îşxalkerên sîyonîst revîyane nav sitargehan, xebatên balafirgehê hatine sekinandin û du roj li her hev hatine balafira kargoya leşkerî ya Emrîkayê hat astengkirin.
Hêzên Çekdar ê Yemenê, di daxuyanîya xwe de weha got:
“Ew ê gelê Yemenê tu dem li hember qirkirina rejima îşxalker a li Xezzeyê bêdeng nemîne. Desteka me ya ji doza Filistîna mafdar û berxwedêran re bidome. Heta ku dorpêça li dijî Xezzeyê bê dawîkirin û êrîş bêne sekinandin dê operasyonên me jî berdewam bikin.”
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku Yemen wê azad, birûmet û serxwebûn be. Ji bo gelê berxwedar û bisebr ê li Xezzeyê dua hat kirin û ji bo berxwedêran jî ji Xwedê daxwazîya alîkarîyê hati kirin.
Dawîya daxuyanîyê “Xwedê ji me re bes e, Ew wekîlekî çi xweşik e. Zefer yê Yemenê ye û yê zarokên azad ên ummetê ne.” Bû. (ÎLKHA)