Banga nimêja cinazê ya xiyabî û daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî

Weqfa Evîndarên Pêxember bang li her kesî kir ku nimêja cinazê ya ku ji bo şehîdên kur û neviyên Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye û hemû şehîdên Xezzeyê bên nimêjkirin û daxuyaniya çapemeniyê.

Di daxuyanîya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat dayîn de hat îfadekirin ku wehşeta sîyonîstan li ser axa Filistînê ya îşxalkirî di eydê de jî dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hemû gelê xwe banga nimêja cenaze û daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî ya ji bo şehîdên kur û neviyên Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye û hemû şehîdên Xezeyê dikin."

Hat diyarkirin ku dê nimêja cinazê ya xiyabî û daxuyaniya çapemeniyê piştî nimêja înê li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê bê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin