Banga Serokê Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê: Divê lênêrîn û çêkirina rêyên gundan ên komî were kirin

Serokê Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Aziz Tekdal, bal kişand ser xirabûna rêyên komî yên herêma Qerejdaxê ku ji ber berf û cemidê (qeşa) çêbûne û bang li meqamên peywendîdar kir ku wezîfeya xwe bi cih bînin.

Li herêma Qerejdaxê ku hefteyên borî berfeke zêde lê barî, piştî cemid û qeşayê rêyên komî û rêyên gundewarî yên ku gundan bi navçeyê ve girêdidin, xirab bûne û hatine asteke wiha ku nayên bikaranîn.

Serokê Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Aziz Tekdal, rewşa van rêyan a daxbar (perîşan) anî rojevê û bang li yekeyên peywendîdar kir ku tavilê dest bi karê lênêrîn û onarımê bikin.

'Rêyên ku xirab bûne divê werin tamîrkirin an jî ji nû ve werin çêkirin'

Tekdal, derbarê rêyên komî yên ku nêzî 30 gundên wekî Botika, Nîvê, Herzem û Sipyagê bikar tînin de axivî û wiha got:

'Em niha li mevkîyê Goktepeyê ne ku gelek gundên me bi navçeya Çinarê ve girêdide. Rewşa rêyên me ya ku piştî berf û qeşayê çêbûye li ber çavan e. Bi hezaran welatiyên me û servîsên xwendekaran vê rêyê bikar tînin. Divê ev rêyên xirabûyî werin tamîrkirin an jî rêyeke nû were çêkirin. Welatiyên me di rewşeke pir mexdur de ne. Derbarê vê rêyê de gelek giliyên ku ji me re tên hene. Ji bo rakirina van mexduriyetan, divê rê demildest werin çêkirin. Em rayedaran vedixwînin (dawet dikin) ku gavan bihavêjin.

Tekdal, bal kişand ser xirabûn û texrîbatên li ser rêya komî ya ku gundên wekî Qorîyê, Qurxûn, Xerabê, Delavgur, Bîrê (Bîramehmetağa), Şargê û Kerrêcinnê bi hev ve girêdayîne û wiha got:

"Em niha li ser rêya komî ya di navbera her du gundên me Qorîyê û Qurxunê de ne. Ev rê, rêyeke wisa ye ku hema bêje gelek gundên herêma Qerejdaxê hem bi Diyarbekirê ve hem jî bi navçeya me (Çinarê) ve girêdayine; bi sedan wesayît û servîs vê rêyê bikar tînin. Gelek rêyên me yên komî niha di vê rewşê de ne. Bi taybetî ji ber berfa ku van demên dawî barî û ji ber qeşayê (cemed), xirabûn hîn bêtir zêde bûn. Em rayedaran vedixwînin ku tedbîran werbigirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Amed de pêvengayîşê çekdarî: 3 birîndarî estê
Dewe Gelyêbûkan de dîmenê droni
Li Batmanê êrîşa çekdarî: Kesek birîndar bû
Asta avê li Pira Dehderî bilind dibe
15 kes birîndar bûn