Serokê Navçeya Pasûrê (Kulp) ya HÜDA PARê Mehmet Sekan Gündüz diyar kir ku rêya Mezraya Kaleyê ya ser bi Taxa Konukluyê ve ya navçeya Pasûrê bi salan e hewceyî lênêrînê ye. Ev rêya mezrayê ku Kelha Kefrunê ya dîrokî jî lê ye –ya ku bingehê wê di dema Bîzansiyan de hatiye avêtin û di demên paşê de ji aliyê Abbasî, Merwanî û Artukiyan ve hatiye bikaranîn– tevî gelek serlêdanan jî, ne ji aliyê şaredariyê û ne jî ji aliyê saziyên din ve nehatiye girtin ser rojevê.
Gündüz da zanîn ku ji rêya nêzî 25 kîlometreyî, bes beşeke wekî 500 metreyî jiyana xelkê mezrayê zehmet dike û rexneyên tund li şaredariyê û saziyên têkildar girt ku tevî daxwazên hatine şandin jî li hemberî mijarê bêdeng mane.
"Kes guh nade mexdûriyeta niştecihên vê mezrayê"
Gündüz behsa mexdûriyetên ku ji ber pirsgirêka rê çêdibin kir û weha got: "Em li ser rêya Mezraya Kaleyê ya ser bi Taxa Konukluyê ya navçeya Pasûra Diyarbakırê ne. Ji ber rêya Mezraya Kaleyê welatî bi salan e di rewşeke mexdûr de ne. Tevî ku gelek caran serî li şaredariyê dane û bang li rayedaran kirine jî, heta niha kesî xwe li rêya vê mezrayê nekiriye xwedî, pê re eleqedar nexwestiye bibe û wezîfeya pêwîst nehatiye cih."
Gündüz di berdewamiya axaftina xwe de weha got: "Ev welatiyên me bi taybetî di mehên zivistanê de bêtir zehmetiyê dikişînin. Ji ber ku di zivistanê de ji bo paqijkirina berfê hesasiyeta pêwîst nayê nîşandan. Kes guh nade mexdûriyeta niştecihên vê mezrayê. Sêrwîsa dibistanê her roj xwendekaran ji vir dibe dibistana Taxa Baloğluyê. Ji ber xerabiya rê, zarok di hundirê sêrwîsê de nerehet dibin, heta carna verşîn jî pê re çêdibe."
"Em dibînin ku şaredarî li gorî kesan miameleyê dike"
Gündüz bang li rayedaran kir ku berpirsiyariyên xwe bînin cih û weha peyivî: "Nêrîna rayedaran a ku koltukên emanet wekî ganîmet dibînin, hem ji aliyê Îslamî û hem jî ji aliyê mirovî ve xelet e. Ji ber ku mafê van mirovan li ser şaredariyê heye. Em dibînin ku şaredarî li gorî kesan miameleyê dike. Yan ji ber ku deng nedane wan an jî ji ber ku jê hez nakin, wekî helwestekê van rêyan çênakin. Em ji rayedaran dixwazin ku ev rê demildest were çêkirin. Ji ber ku li vir mirovên nexweş û pîr hene. Dema kesek nexweş dikeve, ambulans nikare bê vir. Mirovan li vir nexweşên xwe bi derfetên xwe, bi traktoran tînin jêrê."
Gündüz bi bîr xist ku ev mezra ligel cîhê rûniştinê, ji bo ziyaretvanan jî cîhekî giring e û gotinên xwe weha bi dawî kir: "Mirovên ku ji bo tûrîzmê tên vir jî hene û ez bi xwe bûme şahid ku bi dehan wesayît li vir neçar mane werin hiştin û ziyaretvan meşiyane. Ango çêkirina vê rêyê bi şêwazekî zarûrî û acîl hewce ye. Ji bo çareserkirina mexdûriyeta welatiyên me, em bang li rayedaran dikin. Di encamê de rêyeke 400-500 metreyî ye û çêkirina vê derê ji bo şaredariyê an jî ji bo dewletê tiştekî hêsan e. Çima ev rê evqas demeke dirêj weha ma û hê jî nehatiye çêkirin?"