Bangawaziya dersên bijarte ji HUDA PARê: Werin em xwedî li zimanê xwe yê dayikê û baweriya xwe derkevin

Serokê Karên Perwerdehiyê yê HUDA PARê Yahya Ogiraş der barê dersên zimanê dayikê yên ku li dibistanên navîn wekî dersên bijarte têne dîtin de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku parastina ziman ji bo domandina hebûna neteweyekê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Serokê Karên Perwerdehiyê yê HÜDA PARê Yahya Ogiraş, banga hilbijartina dersên Kurmancî û Zazakî kir û destnîşan kir ku divê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê sekneke zelal were nîşandan.

Ogiraş diyar kir ku civakên zimanê xwe neparêzin dê bi demê re winda bibin û wiha got: "Bêyî parastina zimanê xwe, em nikarin bi ewlehî li pêşeroja xwe binêrin. Diltengiya me ev e ku beşek ji zimanên me yên ku dewlemendiya vê xakê ne, bi demê re rastî asîmîlasyonê hatine. Parastina zimanên me yên ku ayeta Rebbê me ne, ferz e. Ji bo vê yekê, divê em li malên xwe bi malbat, xizm û dostên xwe re; li kargehên xwe bi mişteriyên xwe re bi zimanê xwe biaxivin da ku nifşên nû zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin."

"Azadiya zimanan ji bo rêveberiyan ne gef e"

Ogiraş destnîşan kir ku asîmîlasyon zulm e û wiha dewam kir: "Asîmîlasyon zulmek e ku Rebbê me pesend nake û di çanda qedîm a vê herêmê de nîn e. Misilman nabe piştgirê vê zulmê û li hemberî wê bêdeng namîne. Hebûna zimanên cuda û xwedîbûna hemû mafan a her zimanekî, ji bo tu rêveberiyeke rewa û adil nabe gef. Berovajî vê, feydegirtina her zimanî ji hemû mafan, dibe wesîleya naskirin û lihevkirinê û dibe bingeha yekîtiyeke adil û wekhev."

"Em hem xwedî li dînê xwe û hem jî li zimanê xwe derdikevin"

Ogiraş diyar kir ku HÜDA PAR polîtîkayên înkarê red dike: "Em hemû polîtîkayên înkarê red dikin. Em asîmîlasyona etnîkî û çandî ya li ser gelê xwe qebûl nakin. Em ne înkara ziman û rengê xwe, ne jî înkara referansên xwe yên îlahî qebûl dikin. Em hem xwedî li dînê xwe û hem jî li zimanê xwe derkevin."

"Hejmara xwendekarên dersa Kurmancî û Zazakî zêde bûye"

Ogiraş bal kişand ser dersên bijarte yên li dibistanên navîn û wiha got: "Hilbijartina dersên Kurmancî û Zazakî ji bo zarokên me derfeteke girîng e. Di sala perwerdehiyê ya 2025–2026an de, bi piştgiriya xebatên me, hejmara xwendekarên ku dersên Kurmancî û Zazakî hilbijartine bi awayekî berbiçav zêde bûye. Armanca me ev e ku em vê hejmarê bigihînin asteke ku bersiva daxwazên gelê me bide."

"Ji bo tayînkirina mamosteyan jî girîng e"

Ogiraş her wiha anî ziman ku hilbijartina van dersan dê bibe wesîleya tayînkirina mamosteyên ku li benda tayînê ne: "Heta ku dema hilbijartina dersan bi dawî bibe, em dê bi teşkîlat, şaxên jinan û ciwanan re ji bo gihîştina armanca xwe bixebitin. Werin em bi hev re xwedî li zimanê dayikê û baweriya xwe derkevin; hebûna xwe bi hêz û pêşeroja xwe ronî bikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman ji bo xelkê Xezzeyê xwarinên fitarê amade dike
3 jê wan zarok 6 kes birîndar bûn
Ji bo malbatên hewcedar alîkarî
Dozvanekî muwahhîd: Malcolm X
Qerejdaxî: Rayê ma biyo xırabe, kes vengê ma nêşêno