Baroya Sêrtê: Divê cihên definbûna Şêx Seîd û hevalên wî werin eşkere kirin

Baroya Sêrtê diyar kir ku tevî salên ku di ser derbas bûne jî cihên definbûna Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatine îdamkirin bi awayekî fermî nehatine eşkere kirin; baroyê bang kir ku ev nediyarî were rakirin û raya giştî bi awayekî şeffaf were agahdarkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê baroyê ve hat kirin de hat bîrxistin ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29ê Hezîrana 1925an de li Diyarbekirê hatine îdamkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî demeke dirêj di ser re derbas bûye jî agahiyên fermî yên derbarê cihên definbûnê de bi raya giştî re nehatine parvekirin û hat diyaririn ku ev rewş hem di nav malbatan de hem jî di nav civakê de dibe sedema nediyariyeke berdewam.

Di daxuyaniyê de hat tevgerandin ku ronîkirina hemû aliyên bûyerên berê qewimîne dê bibe sedema xurtbûna hafizeya civakî; her weha hat destnîşankirin ku derxistina heqîqetan ji bo xurtbûna hesta edaletê û avakirina aştiya civakî xwedî girîngiyeke mezin e.

“Hînbûna aqûbeta xizmên xwe mafekî bingehîn e”

Baroya Sêrtê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku mafê fêrbûna aqûbeta hezkirîyên xwe û gihîştina cihên definbûna wan ji bo malbatên ku xizmên xwe winda kirine, mafekî bingehîn ê mirovan e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku daxwazên civakî yên derbarê windayên di bin çavan de û bûyerên kiriyar-nediyar (faili meçhul) ên di serdemên cuda de qewimîne, berpirsiyariya şeffafiyê ya dewletê derdixe holê; di vî warî de girîngiya parvekirina agahî û belgeyan bi raya giştî re hat tevgerandin.

Banga ji bo rakirina nediyariyê

Baroyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang kir ku cihên definbûna Şêx Seîd û kesên li gel wî hatine îdamkirin werin tespîtkirin û ji raya giştî re werin eşkere kirin, dawî li vê nediyariya heyî were anîn û ji bo agahdarkirina şeffaf a raya giştî ya derbarê vê pêvajoyê de gavên pêwîst werin avêtin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Cenazeyê Vedat Karabulutê Çinarayi ami vênayiş
3 kes birîndar bûn
Rêyên zozanan tên paqijkirin
Piştî 17 rojan mirî hat dîtin
503 kîlo esrar hat bidestxistin