Bavekî 3 zarokên xwe kuşt

Hat diyarkirin ku li navçeya Nîlûfera Bûrsayê kesekî 3 zarokên xwe qetil kir û teslîmî midûriyeta polêsan bû.

Hat îddîakirin ku Murat K.yê ku li Taxa Çamlicaya navçeyê li jêrzemîna avahiya 4 qatî ya apartmana li ser Cadeya Bağlarê dijî, ji ber sedemeke ku nayê zanîn bi kêrê 2 qîzên xwe bi kêrê kuşt û kurê xwe jî xeniqandiye.

Hat diyarkirin ku Murat K. piştî cînayetên ku kiriye çûye midûriyeta polîsan û sûcê xwe qebûl kiriye û gotiye "Me taşteya xwe dixwar bi hev re. Dema min kêra li ser masê dît tiştek bi min bû û paşê min keçên xwe bi kêrê kuşt. Û min kurê xwe jî xeniqand." (ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê