Bêhezimtîya CHPyê ya li dijî nirxên Îslamî dîsa xwe pêş da

CHPyîyên ku postera Şehîd Îsmaîl Heniyyeyê ya ku li Qada 15 Tirmehê ya li Entabê hatibû daliqandin hezim nekirin, bi bihaneya pîrozîya 30ê Tebaxê posterê daxistin û neyariya xwe ya li dijî nirxên Îslamê rê dan.

Piştî şehîd kirina Îsmaîl Heniyyeyê Serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê Platforma Qudsê ya ku ji teref gelek saziyên civaka sivîl a li Entabê hatibû damezrandin, postera şehîd Îsmaîl Heniyye li Qada 15ê Temmûzê hat daliqandin. Komeke CHPyî bi kîn û sloganên dijminatî poster hat daxistin avêtin erdê.

Zîhniyeta CHPyê ya ku her tim êrîî nirxên Îslamî ya gel dike, bêhezimtîya xwe ya li dijî şehîd Îsmaîl Heniyyeyê bi kesayetiya xwe ya Îslamî dihat naskirin pêş da.

Parlementerên CHPyê bi qesda Şehîd Îsmaîl Heniyye gotin, “Ev zilam ne ji nirxên me ye” kîn û hesûdîya xwe derxistin holê, nirxên Îslamî yên gel tune kirin.

Parlementerên CHPyê û Serokê Şaredarê Şehîtkamilê yê CHPyê bi bihaneya 30ê Tebaxê Cejna Serketinê ji bo şovê postera Şehîd Heniyyeyê bi kîn û nefret ji qadê daxistin.

Koma tund a CHPyiyan a ku posterê Şehîd Heniyye bi siloganên "Em leşkerên Mistefa Kemal in" daxistin, bi daxistina afîşê û bi lingên xwe nefret avêtin ser afîşê.

Daxistina afîşê li qadê ji aliyê gelê Entabê ve rastî bertekê hat.

Ev helwesta parlamenterên CHPyê careke din nîşan da ku zîhniyeta wan a li hemberî Îslam û nirxên Îslamî neguheriye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê