Bekîr Bozdag piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da

Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag piştî civîna Lijneya Wezîran derbarê rojevê de daxuyanîyên girîng da.

Bekîr Bozdagê Berdevkê Hikûmetê û Arîkarê Serokwezîr piştî civîna Lijneya Wezîran derbarê çend mijaran de daxuyanî da. Bozdag di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir bi qerara ku di Lijneya Wezîran de hatiye dayîn rewşa awarte 3 mehên din jî hatiye dirêjkirin.

“Divê Amerîka demildest dev ji wê desteka ku dide PYDê berde”

Bozdag di berdewama daxuyanîya xwe de qala operasyona ku îhtîmala li dijî Afrînê bê kirin de destnîşan kir li ber sînora Tirkîyê di bin navê ewlehîya sînor de sazkirina arteşekê bênîqaş bo ewlehîya can û mal a Trikîyê tehdîd e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê hemû kes vê yekê wisa zanibe. Dema ku mijar bekaya millet û dewletê be divê temamê rîsk û tehdîdan ji rastê bên rakirin. Bo vê yekê dibe ku rîskên mezintir li ber çavan bên girtin. Me berî niha got ku gaveke wisa pir xelet e. Êdî sebrê Tirkîyê nemaye. Bila tu kes ji Tirkîyê naxwaze ku bi sebirtir be. Tirkîye di warê gavên ku dê bên avêtin de bi qerar e. Divê Amerîka demildest dev ji wê desteka ku dide PYDê berde.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin