Belamê Kuweytê cîhadê tune hesiband û devdirêjîya berxwedana Xezzeyê kir

Waîzê qaşo yê Kuweytî Lafî el-Azmî, îddîa kir ku li Filistînê cîhad tuneye û berxwedêrên li Xezzeyê jî wek “mişkên tinêlan” wesifand, ev jî ji teref derdorê Îslamî ve bû sedema bertekan.

Daxuyanîya Waîzê qaşo yê Kuweytî Lafî el-Azmî weha hat nirxandin, “Ji şerefa micahîdan re heqaretekî ye, biçûkxistina fedekarî ye.”

Ev gotinên ku bi taybetî piştî 7ê Cotmehê têne gotin dibe sedema bertekan.

“Encax alimên heqîqî qîmeta micahîdan dikarin zanibin”

Adîk el-Azmîyê waîzê Kuweytî bertekek balkêş parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Kolandina tinêlan û parastina li wê derê ne tirsonektîye, zekayekî dahîyane ye. Balafirên micahîdên li Xezzeyê tineye, tankên wan tineye; lê di nav tinebûyînê de çek, rêyekî ji tarîtîyê diçe ronahîyê çêkirine. Tinel ne ji bo revê, ji bo berxwedan û serdestîyê bûye amûrekî.”

Di berdewamê de weha hat gotin, “Esil mişk, wî kesê ku dev ji destekdayînê berdaye û devdirêjîya micahîdan dike ye. Nexwe micahîd di sefên pêş de cîh digrin, ewladên xwe û canê xwe ji bo Xwedê feda kirine.”

El-Azmî weha berdewam kir:

“Qîmeta micahîdên me encax alimên heqîqî dikarin fêm bikin. Ew di micahîdan de lutkeya ummetê dibînin. Di çekên wan de îzzet, di xwîna wan de jîyan heye. Vî rastîyê çi medya û çi jî şibheyên ku însanên xerab avêtine ortê dikare veguherîne. Çîmkî ew jî dizanin ku van însanan bijarteyên ummetê ne, qehreman in, di vê dewra zilletê de navê îzzetê ne.”

“Êrîşkirina ji berxwedêrên li Xezzeyê re wek rêya navdarîyê hesibandin”

Waîz Feyz el-Qendarî jî li ser platforma medyaya civakî weha îfade kir:

“Wî kesê ku micahîdên dînên xwe, namûsa xwe û axên xwe diparêzin wek mişkê tinêlan wesifandîye, wî wesfê ji wan zêdetir heq dike.”

Xeyn ji van herdu waîzan, akademîsyen Alî El Sened jî rasterast navê Lafî el Azmî neda û bi zimanekî dijwar wî nirxand:

“Hinek nav… Ketîye bin navê sîya Şerîetê, wî şerîetê jî ji bo dinyaya xwe kirîye bazirganîyek. Çi bûn xwedî îlmekî û çi jî qîmetekî bidestxistin.

Dema ku di warê îlîm û fezîletê de negihaştin cîhekî, wan zen kir qey bi êrîşdarîya ji berxwedêrên Xezzeyê re rêya navdarîyê ye. Însanan derheqê wan de çi tiştekî îlmî nizanin… Dema ku bi fezîletê nikarin navê xwe bidin bihîstandin, wan navdarîya bi heqaretÊ bijartin.

Xebatên wan beredarî derket. Wan çi ji dîn re çi jî ji dinyayê re xizmetê kirin. Hem xûsran bûn û hem jî rezî bûn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar