Berdevkê HÜDA PARê û Mebûsê Êlihê (Batmanê) Serkan Ramanli, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê li dar xist de; derbarê krîza fonan a di borsayê de, kêmtihiya kontrolê ya di kantînên dibistanan de, alozî û xirecira Afganistan-Pakistanê û şer û pevçûnên li Yemenê de nirxandin kirin.
"Mezinahiya giştî ya 223 fonên ku karûbarên wan hatine rawestandin nêzîkî 1,1 trilyon lîreyî ye"
Ramanli da zanîn ku geşedanên li ser fonên veberhênanê yên di borsayê de li Tirkiyeyê pirsgirêkeke cidî ya kontrol û ewleyiyê derxistiye holê û wiha got: "Karûbarên 223 fonên ku aiddê 7 şîrketên birêvebirina portfoyê ne hatine rawestandin û ji bo 131 fonan jî pêvajoya tasfiyeyê hat destpêkirin. Mezinahiya giştî ya 223 fonên ku karûbarên wan hatine rawestandin nêzîkî 1,1 trilyon lîreyî ye û mezinahiya fonên di çarçoveya tasfiyeyê de jî di asta nêzîkî 826 milyar lîreyî de ye. Ev tablo mezinahiya meseleyê bi zelalî derdixe holê."
"Em bang li rêveberiya aboriyê dikin ku tedbîrên bihêz ên avahîsaziyê wergirin"
Ramanli bi bîr xist ku li gorî daxuyaniyên Saziya Bazara Sermayeyê (SPK), livînên bihayan ên di hîseyên bi gerîna kêm de ku nayên ravekirin bi rastiya aboriyê di çaryeka dawî ya 2025an de hatine dîtin û mijar di 2yê Kanûna 2025an de hatîye ser rojeva Komîteya Stabiliya Darayî û wiha axivî: "Çima tedbîrên zûtir û bibandortir nehatin wergirtin? Rêveberiya aboriyê ku berpirsiyariya bacê ya herî piçûk a esnafên biçûk jî hûrgilî bi hûrgilî kontrol dike, çima nikarîbû pêşî li vê xetereya di bazara fonên trilyonî de bigire? Em bang li rêveberiya aboriyê dikin ku lêkolîneke şaffaf bike, berpirsiyaran tespît bike û tedbîrên bihêz ên avahîsaziyê ku dê bazarê bike ewle wergire."
"Di kantînên dibistanan de divê pêşengî ne qezenç, tenduristiya zarokan be"
Ramanli teqez kir ku kantînên dibistanan bi mentiqê karsaziyeke bazarganî nayên birêvebirin û diyar kir ku pîvana bingehîn di kantînan de divê tenduristî û ewlehiya zarokan be. Ramanli destnîşan kir ku krîza aborî hêza kirînê ya malbatan kêm kiriye û got: "Dema ku xwendekarek di bêhnvedanê de dikare bigehîje xwarineke tendurist û xwendekarekî din nikare vê bistîne, ev hevsengiya derfetan e ku di hawirdora perwerdehiyê de divê neyê pişguhkirin. Ji bo ku xwendekarên kêmderfet ji xwarina tendurist bêpar nemînin, divê ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve modelên wekî xwarina belaş an jî xwarina piştgiriyê ya tendurist a dibistanê bên berfirehkirin."
"Naskirina fermî ya rêveberiya Imareta Îslamî ya Afganistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve dê alîkariyê bide aştiya herêmî"
Ramanli diyar kir ku serdana di asta bilind de ya ji Tirkiyeyê ji bo Imareta Îslamî ya Afganistanê ji bo hevkarîkirina herêmî cihê kêfxweşiyê ye û wiha got: "Em hêvî dikin ku ev peywendî bibin bingehek ku krîzên mirovî û aborî yên ku gelê Afgan dijî bi domdarî bên derbaskirin. Bi taybetî li ser mijara vegerandina hebûnên Afganistanê yên ku ji aliyê welatên Rojava ve hatine blokekirin, li ber civaka navdewletî hewcedarî bi destpêşxistineke dîplomatîk a çalak heye. Rola çalak a Tirkiyeyê di vê mijarê de û naskirina fermî ya rêveberiya Imareta Îslamî ya Afganistanê dê alîkariyeke girîng bide aştî û pêşketina herêmê."
"Divê Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera du welatên Îslamê de wekî navbeynkar inîsiyatîfê bigire"
Ramanli bal kişand ser aloziya ku li ser xeta Afganistan-Pakistanê bilind dibe û diyar kir ku divê têkiliyên Hevpeymaniya Parastinê ya Mekkeyê ya Tirkiyeyê bi Pakistanê re siya xwe nexîne ser rola wê ya navbeynkariyê û bang kir: "Divê Tirkiye bi awayekî ku li gorî girêdanên dîrokî û biratiyê ye, ji bandora sînordarkirî ya blokbûn an jî hevpeymaniyên herêmî dûr bisekine, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera du welatên Îslamê yên cîran de wekî navbeynkareke avaker, dadperwer û çalak inîsiyatîfê bigire. Em li bendê ne ku Tirkiye hêza xwe ya dîplomatîk û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bikar bîne û ji bo aştiya herêmê gavên wêrektir, avaker û rasterast bavêje."
"Pirsgirêkên Yemenê ne bi destwerdanên derve, divê bi diyalogê bên çareserkirin"
Ramanli bal kişand ser qirêjiya agahiyan û dezenformasyona ku li ser pevçûnên li Yemenê zêde dibe û got ku vekirina eniyên nû dê krîza mirovî ya ku gelê Yemenê dijî hîn kûrtir bike.
Ramanli gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Tiştê ku îro hewcedarî pê heye, vegerîna ji nû ve ye ji bo agirbest û îradeya çareseriya siyasî ya ku di dawiya sala 2023yan de şêwe girtibû. Pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên Yemenê ne bi destwerdanên derve, bi pêvajoyeke diyalog û danûstandinê ya berfireh ku aliyên Yemenî dê di navbera xwe de bimeşînin dikarin bên çareserkirin. Divê Tirkiye bi sûdwergirtina ji têkiliyên dîplomatîk ên ku bi welatên herêmê re pêş xistine rola hêsankar eke çalak bigire ser milê xwe."