Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli: Divê li hember rejima sîyonîst tedbîrên sîyasî, aborî û leşkerî bên sitendin

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê daxuyanî da, Ramanli derheqê kêmbûna pileya zarokên ku têne dinyaya, tedawîya ji bo çêkirina zarokan û rejima îşxalker de agahîyan da.

Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê tertîp kir.

“Divê Teşkîlata Hevkar a Îslamê bi lez û bez bicive û li hember rejima sîyonîst tedbîrên sîyasî, aborî û hege mimkinbe leşkerî bigrin”

Ramanli di daxuyanîya xwe de weha got, “Em êrîşên rejima îşxalker diaxivin. Ji ber sûcên ku têne kirin bêav û bêxwarinê pileya birçîbûnî û tîbûnîyê gelek zêde bûye. Rejima îşxalker tenê êrîşê Xezzeyê nake ew êrîşê Libnan û Yemenê jî dike, di demên dawîn de dest bi êrîşkirina Sûrîyeyê jî kirîye. Bi rastî em tev dizanin ku çebekeya sîyonîst dixwaze çi bike. Ew ji bona îşxal û polîtîkayên xwe bikabînin cîhanekî bêîstîqrar û bêqanûn dixwazin. Di vê çarçoveyê de Sûrîyeyê hedef girtîye. Li Sûrîyeyê di bin navê beheneya parastina durzîyan van karên xwe bikartîneû em wan êrîşan jî şermezar dikin. Em tenê şermezar nakin ji welatên Îslamê jî dixwazin ku çi dikin bila bikin li hember rejima sîyonîst tedbîran bigrin. Divê Teşkîlata Hevkar a Îslamê bi lez û bez bicive û li hember rejima sîyonîst tedbîrên sîyasî, aborî û hege mimkinbe leşkerî bigrin. Nexwe hûn dibînin, îşxala Xezzeyê, Filistîn, Libnan, îro Sûrîye û dibe ku sibe jî dor were dora Tirkîyeyê. Ji ber vê yekê divê em tedbîrên xwe bigrin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno