Berdevkê micahîdên Îzzeddîn el Qessam Ebû Ubeyde bi vîdeoyê peyamek parv kir û daxuyanîyên muhîm da.
Ebû Ubeyde weha got:
“Ev 21 mehe ku berxwedana xelkê me û mucahîdên me weka çîyayekî saxlam e. Xelkê me yê mezin bi sebra pêxember mucadeleyê kir. Ev 21 mehe ku ev berxwedanê ji îşxalkeran re şerm û rezaletê hanî.”
Ebû Ubeyde îfade kir ku ev meheke rejîma terorê bi navê “Wesayîtên Gîdeonê” êrîşan rast dike û efsaneyên tewrata ku hatîye guherandin û tehrîf bûye êdî pê negirtîye û weha got:
“Em li dijî êrîşên ‘Wesayitên Gîdeonê’ bi operasyonên xwe mucadeleyê dikin û derdikevin. Bi îzna Xweda me operasyona ‘Kevirên Dawûdî da destpêkirin.’ Ev navê hanê nîşaneya zefera kevirê Dawûdî li dijî zalimê Calût e. Xweda zaferê kir nesîbê Mucahîdên me û kevirên wan îsabet kir. Di her darbeyan û operasyonan de vê ayetê tekrar kirin û gotin: ‘Wexta te avêt, Te neavêt, Xweda ew avêt.’ ”
Ebû Ubeyde îfade kir ku bi micahîdên Serîyyeyên Qudsê re me berxwedan û micadeleyeke pir mezin nîşan daye û me derbeyên giran li rejima terorê xistîye.
“Di van mehên dawîn de, me bi sedan leşkerên îşxalker kuşt û birîndar kir. Bi hezaran sîyonîst jî bi nexweşî û pirsgirêkên pîskolojîkî re mucadeleyê dikin. Hejmara leşkerên ku întîhar dikin jî zêde dibe. Lewra bê guman, sûcên mezin ên ku kirine û berxwedan û mucadeleya bi quwwet a mucahîdan bûye sebeba vê yekê.”
Berdevkê Micahîdên Qessam Ebû Ubede îfade kir ku ew dikarin ji bo demeke dirêj berxwedan xwe bi hêz û qeweteke mezin berdewma bikin û weha lê zêde kir:
“Êrîşên dijmin bi çi hewayî dibe bila bibe, em ji bo herbeka dirêj a giran û tesîrdar hazirin. Mucahîdên me beyat kirine ku hetanî zeferê û şehadetê di vê rê de mucadeleyê bikin û herbê dewam bikin.”
Ebû Ubeyde hişyarî da temamê xelkê cîhanê û got:
“Ev wezîfeya cîhada ku Rebbê me daye me, mesûliyeta 2 mîlyar Ummeta Îslamê ji holê ranake. Dijmin ji hêz û quwwetên herî mezin ên zalim, desteka çek û cebilxaneyan digre. Lê bi vê yekê re hêz û quwwet û hukûmetên ummetê hew tenê vê yekê temaşe dikin.
Em bi êş û hêrseke mezin ji tarîxê re weha dibêjin: ‘Ey serokên vê ummetê, partiyên mezin, Alimno! Emê li hizûr û cem Xwedayê Teala ji we şakî û gilîdar bin. Wê di her dawe û şîkayetên êtîm, birîndar, jinêbî, koçber û birçîyan de hûnê hebin. Li ser milên we barê xwîna bi deh hezaran kesan heye. ’”
Ebû Ubeyde pştî li ummeta Îslaamê serzenîşan kir û şûn ve ji micahîdên Yekema ku her tim destek û piştevanîyê dide berxwedan û gelê Xezzeyê re jî teşekuran kir:
“Ji xelkê bi îman û bi hîkmet û ji hêz û quwwetên wê yên bi çek ên Ensarûllaha Yemenê re selam be. Wan bi berxwedan û mucadele û desteka xwe ya samîmî ji Xezze û mucahîdên Filistînê re, dijmin heyirand. Wan li dijî dijmin, cepheyeka tesîrdar vekir û li dijî bêdengiya alema Erebî û Îslamê, û partiyan û hêz û quwwetan delîleke mezin nîşandan. Çi eybe ku hinek êdî ji zilmê re bûne wesîle û bi bêdengiya xwe ji zilmê re bûne nîşane. Van kesên bêdeng mane, di çavê ciwantiyê de bê îtîbar bûne û sloganên wan ên mezin vala derketiye.”
Berdevkê micahîdên Qessam Ebû Ubeyde îfade kir ku ew destekê didin temamê hevdîtinên agirbestê û ew di nav çend mehan da teklîf kirine ku agirbesteke ku tê de temamî êsîrên sîyonîst teqas bikin, lê digel vê yekê rejima terorê her tim bi êrîşên xwe û Netenyahu û zêhnîyeta wî û wezîrên yên nazî vê teklîfê xera kirine û red kirine. (ÎLKHA)