Berf li Wanê ji perwerdehîyê re bû asteng

Li navçeyên Mehmûdî, Ebex û Bêgir ên Wanê ji ber şert û mercên hewaya xerab ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Qeymeqamtîya Ebexê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li gorî Nirxandina Meteorolojîyê ji ber qeşa û barîna berfa zêde di 23yê Mijdarê de ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Qeymeqamtîya Bêgirê jî daxuyand ku li qezayê ji ber berfê ji bo rojekî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Ji teref Qeymeqamtîya Mehmûdî ve heman daxuyanîyek hat belavkirin û li qezayê ji bo 23yê Mijdarê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

3 kesî bîyî dirbetîn
Li Amedê bi traktorê xwe gihandin birîndarên ku birûskê li wan xistibû
Li Behra Egeyê di mezinahîya 4,2yan de erdhej
Barana zêde rêyan li Dîyarbekirê kir wek gola avê
Nêzê 17 milyon xwendekar ji nû ve dest bi dersan kirin