Berika topê ya ku ji herba Entabê maye hat dîtin

Li Entabê di dema restorekirina Xana Mecîdîyê berikeke topê ya ku tê texmînkirin ji dewra herba Entabê maye hat dîtin.

Ev demek ku li Xana Mecîdeyê xebatên restorasyonê tên kirin. Îro dema ku dîsa xebatên restorasyonê dihatin kirin berikeke topê û muhîmatên ku neteqîyane û tê texmînkirin ji parastina Entabê mane hatin dîtin.

Piştî ku xeber hat dayîn polêsan ekîbên îmhakirina bombê hatin cihê bûyerê  û li cihê bûyerê lêkolîn hatin kirin. Berika ku hat dîtin bi kontrol hat birin da ku bê îmhakirin.

Serokê Şaredarîya Şahînbeyê Mehmet Tahzamanoglu hat cihê bûyerê  ji polês pirsa ka mimkûn ew berikên hatine dîtin di muzeyê de bên pêşkêşkirin an na kir. Polêsan jê re gotin ji ber ku berik neteqîyaye ev yek ne mimkûn e û ji ber ku nikare bê paqijkirin jî  divê bê îmhakirin.(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e