Beriya cejnê hişyariya krîtîk ji bo şofêran: Bêyî ku hûn bêhnê bidin neçin ser dîreksîyonê

Cîgirê Serokê Giştî yê Sendîkaya Karwerên Veguhastina Giştî ya Tirkiyeyê Mahmut Bektaş, ji ber qelebalixiya cejnê ji bo şofêr û rêwiyên ku dê derkevin rê, hişyariyên girîng kirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Sendîkaya Karwerên Veguhastina Giştî ya Tirkiyeyê Mahmut Bektaş, ji ber betlaneya cejnê ya ku nêzîk dibe bal kişand ser qelebalixiya ku dê li ser rêyên bejayî çêbibe û bang li şofêran kir ku pabendî rêzikên trafîkê bibin.

Bektaş anî ziman ku divê mirov li gorî rêzikên lezê tevger bike, navbenda şopandinê zêde bike û bêyî ku demeke dirêj bêhnê bide xwe, wesayîtê neajo. Bektaş destnîşan kir ku nexasim di hewayên baranbar de divê mirov baldar be û diyar kir ku mayîna demdirêj a li ser sîkanê (direksiyon) rîskên giran çêdike.

“Navbenda şopandinê divê were zêdekirin”

Bektaş bal kişand ser ku divê şofêr di rêwîtiyên cejnê de lênihêrîna wesayîtên xwe îhmal nekin û ev tişt gotin:

"Heke em bixwazin xalên ku divê rêwî û şofêrên me yên ku dê li Tirkiyeyê derkevin rê balê bidinê bi kurtî bi bîr bînin; em giringiyê didin encamdana hemû kontrolên giştî yên wesayîtan beriya derketina rê. Nexasim ji ber ku li gelek herêmên Tirkiyeyê baran heye, divê li herêmên baranbar hîn bi baldarî wesayîtan biajon û li gorî rêzikên lezê tevger bikin. Her weha divê navbenda şopandinê jî herî kêm bikin 1,5 qatê navbenda şopandinê ya asayî."

Bektaş anî ziman ku ajotina wesayîtan a ji bo demeke dirêj rîskên giran li ser şofêran çêdike, û diyar kir ku dayîna bêhnvedanê (mola) di navberên diyar de xwedî giringiyeke jiyanî ye.

“Ajotina bêxew rîska qezayê 5 qat zêde dike”

Bektaş destnîşan kir ku divê şofêr bêyî ku bêhnê bidin xwe berdewam nekin li ser rêya xwe û wiha axivî: "Yek ji xalên herî giring ên ku di rêzikên ajotina wesayîtan de divê mirov balê bidê, demên ajotinê ne. Wekî ku hûn jî dizanin, di navberên demê yên diyar de herî zêde 9 saetan mirov dikare wesayîtê bajo. Her weha şofêrên ku 4-5 saetan wesayîtê diajon, şert e ku herî kêm 45 hûrekan bêhnê bidin xwe. Ji ber vê yekê em ji şofêran dixwazin ku bi bêhnvedanê berdewamî bidin rêya xwe. Çimkî heke bêyî dayîna 45 hûrek bêhnvedanê bi rengekî berdewam wesayît were ajotin, em dikarin rûbirûyî rewşeke ku wekî apneyê xewê (uyku apnesi) tê binavkirin bibin. Apneya xewê; ew e ku şofêr her çend di vekirina çavên xwe de zehmetiyê bikişîne jî wesayîtê diajo. Ev yek jî, nexasim ji bo şofêrên ku di trafîka qelebalix de wesayîtê diajon û bi rengekî bêxew diçin ser sîkanê, rîska qezakirinê 5 qat zêde dike."

“Em naxwazin bi nûçeyên tal (keserbar) werin ser rojevê”

Bektaş anî ziman ku nabe pêvajoya cejnê bi nûçeyên tal were siyakirin û bal kişand ser zêdebûna windahiyên canî yên di qezayên trafîkê de: "Em dixwazin ku welatiyên me hefteya cejnê di nav aramiyê de derbas bikin. Çimkî li Tirkiyeyê windahiyên canî yên ku di qezayên trafîkê de çêdibin, ji windahiyên canî yên di bûyerên terorê de zêdetir in. Ji ber vê yekê, nexasim di kanalên televîzyonê û rojnameyan de em naxwazin bi nûçeyên tal werin ser rojevê."

Bektaş her weha destnîşan kir ku divê şofêr balê biden ser girêdana kembera ewlekariyê û wiha axivî: "Di dema ajotina wesayîtê de divê her kes kembera xwe ya ewlekariyê girê bide, pabendî rêzikên lezê bibe, nîşane û lewhên trafîkê bi baldarî bişopîne. Di bin rênîşandana hişyariyên hemû saziyên veguhastina giştî û tîmên me yên trafîkê de, ji bo ku em bikaribin jiyaneke bextewar û aram pêşkêşî welatiyên xwe bikin, bila pêşengiya me pabendbûna bi rêzikên trafîkê be. Bila şahî û dilşadiya wan herdemî be."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bê qadayıf roşan nêbeno
Vîrûsa Ebola çi ye?
Werin em kultura xwe tune nekin
Weqfa Êtîman li Wanê ji 300 zarokên êtîm re diyariyên cejnê da
Piştî çar salan, li Balafirgeha Kerkukê seferên şevê ji nû ve dest pê kirin