Akademîsyenê Filistînî Prof. Dr. Abdûlfettah Awaisiyê ku li Zanîngeha Sabahaddîn Zaîm ya Stenbolê hindekariyê dike biryara Emerîkaya îşxalker ya qaşo naskirina Qudus wek paytextê siyonîstan ji nûçegîhanê ÎLKHAyê re nirxand.
Prof. Dr. Awaisi destnîşan kir ku niha eqlê Mislimanan di bin îşxalê de ye, beriya ku em axên xwe azad bikin lazim e em heş û eqlê xwe azad bikin.
Awaisi bahsa ehemîyeta Qudsê kir û got: “Mijara Qudsê ne tenê mijara Ereban e, an ne tenê mijara Filistîniyan e, mijara Qudsê mijara umetê ye.”
Awaisi, destnîşan kir ku Emerîka vê biryarê di wextekî ku Misliman di demeke nebaş de bûn girtiye û wiha got: “Ecziyeta Mislimanan li holê ye. Misir, Irak û Lîbya xera bûne. Sûriye û Yemen hilweşiyan. Li hêla din halê dewletên Xelîc li ber çavan e ku her roj xwe ber bi Emerîka ve nêz dikin. Ji xwe prensê Siûdî jî ji bo Amerîka memnûn bike dixebite. Di gel vana tevan halê umeta Îslamê li ber çavan e. Bi rastî îro umet pir zeîf bûye. Lewra ger îro ez jî serokê Emerîka ba, min ê heman tişt bikira. Ev biryara ku Trûmp girtiye di dema zeafiyeta Mislimanan de hatiye girtin, lazim e ev neyê paşçavkirin. Lazim e meriv veya bêjin; dema Birêz Serokomar Recep Tayip Erdogan bangî Teşkîlata Hevkariya Îslamê kir ji 55 serokdewletên Mislimanan tenê 15 kes di asta serokdewletiyê de beşdar bûn. Ev derdixe holê ku alema Îslamê di nav zafiyeteke çawa de ye.”
“Lazim e di warê hindekariyê de li zanîngehan mijara Qudsê wek dersa mastir û dokrora bê xwendin”
Awaisi, îfade kir ku mijara Qudsê mijara Mislimanan e û wisa got: “Lazim e alema Îslamê li hember vê biryarê bi şiklekî eşkere bisekine. Lewra Qûdus û Mescîdî Aqsa 100 sal berê hatibû îşxalkirin. Mixabin ez dikarim bibêjim umeta Îslamê heta îro li hember vê yekê bêdeng maye. Heta niha bi ilmî û zanistî hereket nekir. Pêwiste em vegerin ser eslê xwe. Pêxemberê me di hedîsên sahîh de ji bo Mescîdî Aqsa dibêje ‘Beytîl Meqdîs’ yanî mala birûmet. Di Qur’ana Pîroz de dibêje ‘Axa Muqedes’. Heger em vanan bizanibin emê vê fêm bikin; mijara Qudsê ne mijara Ereban e yan ne mijara Filistîniyan e, mijara Qudsê mijara umetê ye. Ez ji vir bangî birêz Serokomar Recep Tayip Erdogan dikim: niha li zanîngehên Tirkiyê ne di warê mastirê de ne jî di warê doktorayê de tu xebat li ser Qudsê tineye. Lazim e di warê ilmî de ev tişt bên kirin.”
“Dewletên Îslamê yên bêhêz û bêqûwet ne bi Emerîka re ne jî bi siyonîstan re nikarin tu pêwendîyên xwe yên sîyasî û îqîtîsadî qut bikin”
Awaisi, derbarê qutkirina eleqeyên dewletên Îslamê yên bi siyonîst û emperyalîstan re de jî axifî û destnîşan kir ku heta dewletên Mislimanan bi hêz û qûwet nebin ev ne mimkun e û wisa li axaftina xwe dewam kir: “Halê zeafiyetê derdixe holê ku tiştekî wisa ne mimkun e. Ger umet bi hêz û quwet ba artêşên îslamê wê 100 sal berê Mescîdî Aqsa azad bikirana. Lê belê di dema zeafiyetê de ne mimkun e em artêşên xwe têxin hereketê. Dewletên Îslamê yên bê hêz û bê qewet nikarin bi Emerîka û siyonîstan re tu eleqeyên xwe yên sîyasî û îqtîsadî qut bikin. Ji bo hûn tiştên wisa bikin lazim e beriya her tiştî hûn bibin dewleteke mezin û bi hêz û qûwet. Niha dewleteke Îslamî yên dîrokî jî ne bi vî awayî ne. Me hê nikarî bû Teşkîlata Hevkariya Îslamê li Stenbolê kom bikirina. Civînek ji bo Qudsê hatibû çêkirin, qaşo serokê komîteya Qudsê qiralê Mexrîbê (Fasê) dahî nehat. Digel veya ji dewleta xwe ne ji asta Serokomariyê ne ji asta wezîran de ne jî di asta Karûbarên derve de temsîlkar neşand. Mexrîbê ji asta herî binî de temsîlkar şand civînê. Niha di demek wisa de Mexrîb dikare têkiliyên xwe bi Emerîka re an bi siyonîstan re qut bike.”
“Pêwîstîya umetê bi ilm û marîfetê heye”
Awaisi, biryara Neteweyên Yekbûyî ya ku li hember biryara Trûmp jî nirxand û îfade kir ku ji sala 1948an vir ve Neteweyên Yekbûyî bi dehan biryar girt, lê belê ji van biryaran yek dahî nehat tetbîqkirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “ Pêwîstîya umetê bi ilm û marîfetê heye; lazim e em berî her tiştî hîn bibin, dû re jî tetbîq bikin. Pêwistîya siyasîyan bi xwendin û zanabûnê heye. Lazim e berîya her tiştî em bi nerîneke ilmî li mijaran binêrin. Lazim e em tiştên li dinyayê diqewimin berîya her tiştî rast bixweynin û li gor wê em biryaran bidin. Wê çaxê emê bizanibin ku bê biryarê Neteweyên Yekbûyî tê çi wateyê.”
“Lazim e berîya her tiştî heşê Mislimanan azad be”
Awaisi, di dawiya axaftina xwe de wisa got: “Lazim e em ji hezên xerbî xelas bibin. Lazim e ev 4 dewlet azad û bihêz bin. Ji vanan yek Misir e ku ew niha dibin îşxala Emerîka û îsraîl de ye. Lazim e Sûrîye azad bibe. Lewra ew jî niha ne azad e. Sûriye hilweşiya û perîşan bû. Di heman wextê de lazim e Iraq jî azad û serbixwe be. Digel vanan tevan emê bibînin Tirkiye wê bi hêz û qûwet bibe. Tirkiye bi Misira azad, Misir bi Sûriyeya azad, Sûrîye bi Iraqa azad re bi hêz û qûwet dibe. Lewra berîya Selahaddînê Eyyûbî Qudsê azad bike wisa kiribû. Selaheddînê Eyyûbî berîya hertiştî Misir azad kir, dû re Şam azad kir, piştî vanan Quds azad kir. Berîya vanan lazim e em ji xerbê xelas bibin. Belê wek me berê jî got lazim e aqilê me azad bibe. Lewra îro heşê Mislimanan di bin îşxalê de ye. Berîya em axa xwe azad bikin lazim e em aqlê xwe azad bikin. Berîya her tiştî lazim e em vanan bikin û pişt re emê li meseleyên xwe binêrin.”
ÎLKHA