Bernameya “Mesûlîyeta Aliman di Tofana Eqsayê de” dest pê kir

Li Diyarbekirê ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve bernameyeke bi navê “Mesûlîyeta Aliman di Tofana Eqsayê de” tê tertîpkirin.

Hat ragihandin ji çar alîyên alema Îslamê gelek alim, zanyar û rewşenbîr beşdarî bernameyê bûn û ew ê Serokê Giştî yê Yekîtîya Alimên Cîhanê Prof. Dr. Alî Qaradaxî û çend kesên din ên mîna wî jî dê beşdarî bernameyê bibin.

Bernama bi tîlaweta Quranê dest pê kir û bi axavtina destpêk û silavdayînê ya Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Enwer Kiliçaslan berdewam kir.

Kiliçaslan di axavtina xwe de balan kişand ehemîyeta aliman a di warê yekîtîya aliman de û ji bo kesên ku beşdarî bernameyê bûne malavahîyên xwe anî zimên.(ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin