Berxwedan careke din li îşxalkeran xist: 2 leşkerên sîyonîst hatin kuştin

Di teqîna li başûrê Xezzeyê de, du leşkerên artêşa îşxalker hatin kuştin û şeş jî bi giranî birîndar bûn.

Li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Xezzeyê, hêzên berxwedanê avahiyek ku yekîneyeke taybet a artêşa îşxalker di nav de xwe veşêr didan bi dûr ve teqandin.

Di operasyonê de du leşkerên sîyonîst hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, hat îfadekirin ji wan şeş bi giranî birîndar bûne. Birîndar di şevekê de ji teref yekîneya tehliyekirina hewayî ya rejîmê "669" ve ji herêmê hatin derxistin û ji bo Nexweşxaneya Beilinson hatin veguhastin.

Çapemeniya îşxalker, di daxuyaniyekê de derbarê êrîşê de ku serê sibê hat kirin, hejmara miriyan gihand du kesan û diyar kir ku rewşa hinek leşkeran di talûkeyê de ne.

Di heman demê de, artêşa sîyonîst ragihand ku efserekî ji Tûgaya Golanî di pevçûnên li başûr de miriye; lêbelê, nehat diyarkirin ka ev efser di teqînê de miriye an di pevçûneke dinê de mirîye.

Tesîra zêde ya berxwedanê li heman herêmê balkêş e. Xan Yûnis di hefteyên dawî de bûye cihê gelek kemînan, opersayonên bi mayînan û operasyonên berxwedanê, ku ziyanên mezin gihandiye artêşa îşxalker. Kemîneke din roja Duşemê li Beyt Xanûnê pênc îşxalker kuştin û 14 kesên din jî birîndar kirin.

Li gorî medyaya îşxalker, hejmara qurbaniyan li Xezzeyê ji 20 kesan derbas bûye. Ji ber ku dijwarbûna berxwedana li ser erdê pêşveçûna hêzên îşxalker hêdî kir, pêlek nû ya wêraniyê li Xan Yûnisê bi tank û alavên leşkerî dest pê kir. Buldozerên îşxalker deverên ku bi sedan sivîl berê kon lê vedane wêran kirin. Sivîlên bêçare neçar man ku ji herêmê birevin, nikarîbûn eşyayên xwe jî bistînin.

Ev pêşketinên li Xan Yûnisê careke din nîşan didin ku îşxalker bi windahiyên ji yên ku dihatin hêvîkirin pir mezintir re rû bi rû ne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar