Bi hezaran siyonîst daxwaza îstîfakirina Netanyahu û vegerandina girtiyan kirin

Siyonîstên ku li Telavîva Filistîna îşxalkirî li hev civiyan, îstifaya Netanyahû xwestin û xwestin esîrên ku di destê berxwedanê da ne bên vegerandin.

Li gorî medyaya îşxalê, bi hezaran siyonîst li ber gelek cihan li Telavîvê ji nav wan baregeha wezareta berevaniyê (Kiryah) û meydana Pilingan xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderan daxwaza îstifaya Netanyahu kirin û tekez kirin ku operasyona Tugayên Qassam di 7ê Cotmehê de ji aliyê leşkerî û siyasî ve nekariye rê li ber wê bigire. Meşvanan her wiha bang li rêveberiyê kirin ku ji bo vegerandina girtiyên di destê berxwedanê de gavan bavêje.

Di vê navberê de Zahir Cebarin berpirsê dosyaya girtiyan a HAMASê diyar kir ku rejîma îşxalker Benyamin Netanyahu li ser pevguhertina girtiyan derewan kiriye. Cebarin destnîşan kir ku Netanyahu ji hemû girtiyên siyonîst berpirsyar e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno