Bi navbeynkarîya HUDA PARê dijminatiyeke din jî bi aştiyê qediya

Malbatên Irmak û Yeşîl ên ku ji ber bûyera ku 2 sal berê li navçeya Kayapinara Diyarbekirê pêk hat dijminatiya wan dest pê kir, di encama navbeynkariya HUDA PARê û rayadarên herêmê de herdu malbat jî li hev hatin.

2 sal berê di şer û pevçûnên navbera malbata Irmak a ji gundê Sirm û malbata Yeşîl a ji gundê Hecîtekê de derketibû, 1 kes canê xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Bi navbeyknarîya Komîsyona Lihevanînê ya Navçeya Hîlwanê ya HUDA PARê û serokên raya giştî Halîl Cîdal, Cafer Çubuk, Îzzet Çubuk û Ahmet Sankur re ji bo aştiyê di mizakereyan de ji bo ku dijminahî bi dawî bibe lihevkirinek hat kirin.

Ji bo dawîbûna neyartîyê li Hîlwanê merasîmeke aştîyê hat tertîpkirin.

Ji merasîma aştîyê re Namzedê Şaredarîya Bajara Mezin yê HUDA PARê Emîn Ozaslan, Serokê Navçe yê Hîlwanê yê HUDA PARê Osman Gokçek, Serokê Şaredarîya Hîlwanê Alî Biyik û alîgir beşdarî bûn.

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Kerbela Şanli, di merasîmê de axavtinek kir û di axavtina xwe de bal kişand ku di Îslamê de xwînneyartî tuneye û Îslam ehemmîyetê dide ji xûşk û biratîyê re.

Piştî merasîma aştîyê xwarin hat xwarin û alîgir bi tevî tekbîr û selewatan di bi quranê de derbas bûn.

Merasîma aştîyê piştî xwendina duayê dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Yew birindar esto
Yek jê giran 3 birîndar
Li Wan û Colemêrgê operasyona narkotîkê
Nizar Amêdî bû serokkomarê Iraqê
Li Îdirê şer: 2 mirî, 6 birîndar