Bi sed hezaran mirov li Yemenê ji bo Xezzeyê meşîyan

Li bajara Saadaya Yemenê, bi sed hezaran mirov bi şîara “Em li cem Fîlîstînê ne û Emrîqa dayîka terorê ye” ji bo bertek nîşandana ji rejîma îşxalê re meşîyan.

Di meşa ku bi sed hezaran kes beşdar bûn de, bertekên tund li dijî rejîma îşxalker û Emrîqa ya îşxalker hate nîşandan.

Xelkê Yemenê ji bo ku piştgiriya xwe ya ji bo Filistînê nîşan bide û li dijî polîtîkayên qetlîam û qirkirinên Emrîqaya îşxalker dengê xwe bide bihîstandin li hev civiyan.

Di meşê de siloganên "Ji Filistînê re azadî", "Li dijî îşxalê berxwedan" û "Emerîka dayika terorê ye" hatin gotin. Di meşê de bal hat kişandin ser zehmetiyên ku Filistîn pê re rû bi rû mane û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bila li cem xelkê Filistînê bin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin