Bi Yewnanistanê re qeyranan Kardakê

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê ji ber rageşîya Kardakê gazî Sefîrê Tirkîyê kir.

Piştî ku li Behra Egeyê di navbera rageşîya ku di navbera keştîyên Tirkîye û Yewnanistanê rû da re Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê ji ber rageşîya Kardakê gazî Sefîrê Tirkîyê kir.

Ew protestoya ku ji ber qeyrana Kardakê ji teref Yewnanistanê ve hat kirin ji teref Tirkîyê ve hat redkirin.

Serokomar Erdogan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kiribû “Doh êvarî li Kardakê bot li hev qelibîn, problemek pêk nehat.”

Erdogan her wisa di daxuyanîya ku belav kir de derbarê rageşîyên ku li Behra Spî û Kibrisê rû didin de wisa got: “Bila zen nekin haya me ji lêgerîna xaza sirûştî ya li Kibrisê û ji teşebûsên li zinarên Egeyê tuneye. Em wan kesên ku li Kibris û Egeyê heddê xwe diborin îqaz dikin ku nekevin nav hisabên çewt.”(ÎLKHA)
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin